Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desthilatdarên Sudanî Serokê Berê yê Îstixbaratê Binçav Dikin


Desthilatdarên Sudanê dibêjin ku wan serekê berê yê îstixbaratê welêt binçav kirine, ligel çend kesên din ku qaşo dixwestin ewlekarîya Sudanê têk bibin.

Wezîrê zanyarîyê yê Sudanê roja Pêncşemê ev binçavkirin ragihand û got ku serekê berê yê îstixbaratê Salah Goş di nav tawanbaran de ye.

Wî got ku Goş û jimareke serbazên din yên leşkerî û îstixbaratî begumankirî ne ku destê wan di komployê de hebin.

Hin dîdevanan ji rojnamevanan re gotin ku tank û erebeyên leşkerên li kolanake serekî bi şevê li Xartûmê hatibûn dîtin.
XS
SM
MD
LG