Wezîrê Derve ya Afganistanê giwaştinê li ser Pakistanê kir ku pirtir girtîyên Talîbanê azad bike, da ku gruba mîlîtan jibo danûstandinên aştîyê qane bike.
Wezîrê Derve yê Afganistanê Zalmay Resul ew daxwaz îro Înîyê li paytaxt Kabul’ê kir, di dema hevdîtina xwe ya ligel hevtaya xwe ya Pakistanî Hina Rabbani de.
Her du dîplomat ji rojnamevanan re got ku di prosesa xurtkirina lihevhatinê bi Talîbanê re, pêşveçûn tê dest xistin.
Lê, wezîrên her du welatan hurgilî neda ku wan li ser berdana karbidestên payabilind yên Talîbanê li Pakistanê jî axifîne yan ne.
Waxtekî zûtir yê vê mehê, Pakistanê 9 girtîyên Talîbanê azad kiribûn, lê red kirîbû ku cîgirê reberê grubê Mele Ghani Baradar serbest bike ku li sala 2010’an li Pakistanê hatibû girtin.