Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerem Yûsiv: Şoreşa Sûrîyê bi Birîna Înternet û Telefonan Nayê Rawestandin


Ev bûye serê sê rojan ku hikûmeta Sûrîyê hêlên tora înternet û telefonên destan li seranserê Sûrîyê birîye ku li gorî çavdêran, cara yekê ye ji dema ku serhildana Sûrîyê berî 20 mehan destpê kiriye, rêjîma Esed bi karekî wisa li ser asta seranserî welêt radibe.

Di vê derbarê de, rojnamevan Kerem Yûsiv dibêje ku hikûmetê her gavê hewil daye ku hemwelatîyên Sûrî ji cîhana ji derve qut bike. Birêz Yûsiv dide zanîn ku nuha gelek alavên peywendîyê hene ku zehmet e hikûmeta Sûrîyê xwe bigihîne wan.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka, birêz Kerem Yûsiv, ku li Dubey dimîne, dide xuya kirin ku tevlî hemû hewildan û bizavên rêjîmê, gelê Sûrîyê dikarin nûçeyên şoreşa xwe di çend xulekan der derxînin derve.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG