Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derve Serdana Îrlandaya Bakur Dike


Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton, yek ji geryanên xwe ya herî dawî de, îro Înîyê serdana Îrlandaya Bakur dike.

Xanim Clinton îro serdana paytaxt Belfast dike, li vê demê ku girjîyeke xurt li navbera civata Protestan û Katolîkên wî welatî heye.

Hefteya borî qanûndanêrên Îrlanda Bakur dengdan kiribûn ku ala Britanî li ser avahîyên hikûmetê bilind nekin. Piştî wê biryara kêşebar, tundûtûjî li Belfast qewimîbûn.

Di xunrijandina mezhebî de bi dehan hezaran kes li Îralandaya Bakur hatine kuştin. Îrlandîyên Ptotestan dixwazin berdewam bi Brîtanyayê re bimînin.

Lê, Îrlandîyên Katolîk dixwazin jî Brîtanyayê cihê bin û li Îrlandeyeke yekgirtî de bijîn.
XS
SM
MD
LG