Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton Tundîya Mezhebî ya li Îrlandaya Bakur Şermezar Dike


Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton, yek ji geryanên xwe ya herî dawî de, îro Înîyê serdana Îrlandaya Bakur dike.

Xanim Clinton îro li paytaxt Belfast tundûyûjîya mezhebî ya li Îrlandaya Bakur şermezar kir. Wê got, li sîstemên demokratîk cudabirî çêdibin, lê rêbazên tundrê ti car nabe ku bersîva wan cudabirîyan bin.

Hillary Clinton bi berdewamî got, divê hemî alîyên Îrlandaya Bakurî problemên heyî û kêşeyên mezhebî bi hevre û bi rêkên aştîyane çareser bikin.

Serdana Wezîra Derve ya Amerîkayê li vê demê ku girjîyeke xurt li navbera civata Protestan û Katolîkên wî welatî heye.

Hefteya borî qanûndanêrên Îrlanda Bakurî dengdan kiribûn ku ala Britanî li ser avahîyên hikûmetê bilind nekin. Piştî wê biryara kêşebar, tundûtûjî li Belfast qewimîbûn.

Di xunrijandina mezhebî de bi dehan hezaran kes li Îralandaya Bakur hatine kuştin. Îrlandîyên Ptotestan dixwazin berdewam bi Brîtanyayê re bimînin. Lê, Îrlandîyên Katolîk dixwazin jî Brîtanyayê cihê bin û li Îrlandeyeke yekgirtî bijîn.
XS
SM
MD
LG