Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Darizandina Serbazên Artêşê li Tirkîyê Didome


Serbazên ku bi darbeya leşkerî têne darizandin piştevanên xwe silav dikin
Serbazên ku bi darbeya leşkerî têne darizandin piştevanên xwe silav dikin
Polîsên Tirk bi gazên îsotê û ava sor bi sedan xwenîşandêr ji hev cihê kirin ku di dadgehkirina bi dehan kesan de li ber avahîya dadgehê kom bibûn.

270 kes ji alîyê dadgehê ve têne darizandin, bi sedema ku wan plana derbeyeke leşkerî li dijî hikûmeta Tirkîyê ya Îslamî amade kirine.

Desteya dadweran ferman da ku temeşavan ji oda dadgehê derkevin, piştî ku wan bi diruşm û sloganan piştgirîya berguman kirin ku di nav wan de rojnamevan, akademîsyenên navdar û generalên karkenar jî hene.

Darizandin li sala 2007'an, piştî vedîtina çek û sîlahan destpê kiribû. Kesên ku têne darizandin, tên tawanbar kirin ku di nexşeyeke veşartî ya hilweşandina hikûmeta sîvîl de cîh girtine.

Rikeberên wê dozê bawer dikin ku jesên girtî bê guneh in û hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan hewil dide ku rexnegirên xwe bê deng bike û sekulêrbûna Tirkîyê tune bike.

Lê, hikûmet bi pêgirî îdîa dike ku darizandin gaveke erênî ye, ber bi reformên demokratîk.
XS
SM
MD
LG