Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Rûsî Dijî Cudabîrekê navdari Navalny Vekolîneke Destpê Kir


Karbidestên Rûsî li hember bizavkarê hevrik yê navdar, Aleksei Navalny vekolîneke cezayî destpê kir, bi gumana ku wî dizî û sextekarî kirîye û dirava reş paqij kirîye.

Karbidest dibêjin, lêpirsîna Navalny berdewam e ku wî 1.8 mîlyon dolar pere ji yek ji kompanîyên xwe dizîye.

Desthilatdarên Rûsî berê jî dozeke darayî li hember Aleksei Navalny vekiribûn.

Vekolêr dibêjin, ew bi guman in ku Navalny li sala 2009'an planeke danaye û nêzîkî 500.000 dolar pere ji kompanyeke ezingan ya dewletê dizîye, dema ew şîretvanîya rêvebirekî heremî dikir.

Aleksei Navalny îdîayên hemberî xwe red dike.
XS
SM
MD
LG