Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Piştgirîya Qedexekirina Çekên Êrîşkar Dike


Qesra Sipî dibêje, Serok Barack Obama bi karîgerî piştgirîya pêşnîyara qanûnekê dike ku çekên êrîşkar di asta netewî de jinûve qedexe dike.

Di êrîşa dibistanê ya hefteya borî de jî çekekî wî rengî hatibû bikar anîn û yek ji daxwazên serekî ya piştgirên sînorkirina çekan ev e ku sîlahên wiha bêne qedexe kirin.

Berdevkê Qesra Sipî Jay Carney do Sêşemê li ser mijarê axifî, li vê demê ku gelê bajarokê Newtown di şîna qurbanîyên xwe digire.

Di êrîşa roja Înîyê de êrîşvanekî bi navê Adam Lanza çûbû dibistanekê û 20 ji wan zarok 26 kes bi sîlaheke nîv-otomatîk kuştibûn.

Qurbanîyên êrîşê roja Duşemê û do Sêşemê hatibûn binax kirin kirin û bibû sedema xemgînîyeke mezin li seranser welêt.

Li Washingtonê jî, Komela Sîlahan ya Netewî (National Rifle Association) ku rêxistineke pir xurt e, bêdengîya xwe şikand û bi daxuyanîyeke nivîskî xemgînîya xwe dîyar kir.

Komela Sîlahan ya Netewî got, endmaên wê di şokeke mezin de ne, jiber êrîşên hovane ku li demên dawî diqewimin û dibin sedema kuştina gelek kesan.
XS
SM
MD
LG