Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr û Japon Hewildana Baştirkirina Peywendîyan Dikin


Seroka nûhilbijartî ya Koreya Başûr roja Înîyê ligel şandeke serokwezîrê nû yê Japonê, Shinzo Abe kom bû, di bizavekê de jibo destpêkirina prosesa baştirkirina peywendîyan.

Serok Park Geun Hye li paytexta welatê xwe, Seoul ligel wezîrê berê yê darayê li Japonê Fukushiro Nukaga civîya.

Xanim Park got, ew hêvî dike hikûmetên nû li herdu welatan karibin hewildanan çê bikin jibo avakirina bawerî û dostanîyeke nêzîk.

Ji alîyê xwe ve, birêz Nukaga nameyek ji serokwezîrê welatê xwe gihand destê karbidestên Koreya Başûr. Di nameyê de, serokwezîrê Japonê Shinzo Abe dibêje, Koreya Başûr cîrana herî girîng ya Japonê ye. Birêz Abe herwiha got, ew pêgir e ku têkilîyên xwe baştir bike.

Peywendî di navbera herdu welatên Asyayî de bi awayekî berdewam ketine qonaxên teng de, bi taybet ji dema ku Japon nîvgirava Korî dager kir û herwiha jiber kêşeyên girêdayî xak û erdê.
XS
SM
MD
LG