Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WFP: Nêzîkî Yek Milyon Sûrî Birçî ne


Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku nêzîkî yek milyon welatîyên Sûrî pêdivî bi xwarinê hene.

Ajansa Programa Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî herwiha radigihîne ku ji ber tundûtûjîyan û kêmîya sotemenî, dabeşkirina xwarinê zehmet e.

Peyvdara WFP Elisabeth Byrs, dibêje ku ajansa wê di her mehekê de xwarinê pêşkeşî yek milyon û 500 hezar Sûrîyan dike, lê belê yek milyon kesên din pêdivî bi alîkarîyan hene.

Rejîma Sûrîyê bitenê rêkê dide hejmareke kêm a rêxistinên mirovatî ku li wî welatî kar bikin.
XS
SM
MD
LG