Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêzîkî 19 Kes di Trênekê de li Misirê Hatin Kuştin


Trênek ku kesayetîyên leşkerî têde bû li nêzîkî paytexta Misirê ji ser xeta xwe derket û di encamê de 19 kes hatin kuştin û 107 kesên din birîndar bûn.

Karbidest dibêjin du fargonên tirênê roja Sêşemê li taxa Bedreşîn ya bajarê Cîza ji xeta xwe derket.

Ev bûyer tê holê, tenê du hefteyan piştî ku wezîrekî nû jibo hatûçûnê hate destnîşan kirin da ku sîstema rêyên tirênan li Misirê baştir bike.

Li meha 11’ê ya sala bihurî, nêzîkî 50 kesî hatin kuştin dema ku trênek li bin guhê otobuseke dibistanan li naverasta Misirê ketibû.
XS
SM
MD
LG