Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Zanîngeha Helebê bi Dehan Kes Hatin Kuştin


Zanîngeha Helebê piştî teqînên roja Sêşemê, 15'ê meha 1, 2013.
Zanîngeha Helebê piştî teqînên roja Sêşemê, 15'ê meha 1, 2013.
Komeleke mafên mirovan ya Sûrî radigihîne ku di encama du teqînan de li Zanîngeha Helebê 52 kes hatine kuştin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan, ku bingehê wê li Brîtanyayê ye, radigihîne dibe ku hejmara kuştîyan zêdetir bibe jiber ku birîna gelek ji birîndaran giran e.

Hevdem, medyaya ser bi rejîma Sûrî ev teqîn wekî êrîşeke teroristî binav kir ti zanînên zêdetir derbarê bûyerê an jimara qurbanîyan nedan.

Heleb, mezintirîn bajarê Sûrî, wekî navenda bazirganî ya welat tête zanîn.

Ji Tîrmeha 2012an û vir ve, Heleb bûye warê şer û pevçûnên di navbera hêzên hikûmet û serhildayan de. Zanîngeha Helebê dikeve parçeyê ku di dest hikûmetê de ye.
XS
SM
MD
LG