Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington jibo Sûndxwarina Serok Amade ye


Avahîya Kongresa Amerîkî
Avahîya Kongresa Amerîkî
Serokê Amerîka Barack Obama roja Şemîyê rêwresmên serokatîya Amerîka li dibistaneke xwecihî ragihand, li dema ku paytexta Amerîkî, Washington amadekarîyên xwe yên dawî kirin jibo sûndxwarina fermî ya serok li roja Duşemê.

Birêz Obama û xanima yekê Michelle Obama cilên kar li xwe kirin da ku alîkarîya paqijkirina dibistaneke qonaxa serekî bikin, wekî beşek ji zincîreke helkeftinên xizmeta niştimanî ku ji alîyê komîteya rêwresmê ve hatiye lidar xistin. Serok Obama û xanima xwe Roja Niştimanî bo Xizmetê berî çaran destpê kiribûn.

Li dema ku Obama û xanima xwe refên pirtûkan paqij dikirin û Cîgirê Serok Joe Biden û jina xwe, Jill bi tiştekî din li wir dibilîyan, karkeran li nêzîk avahîya Kongresê amadekarîyên xwe bi dawî tannin jibo pêşwazîya mêvanên roja Duşemê.

Karbidest pêşbîn dikin 800 hezar kes beşdarî rêwresmên giştî yên roja Duşemê bibin. Ev jimara ji jimara rûniştvanên Washington bixwe bêtir, li ji jimara berî çar salan kêmtir e, gava 1.8 milyon kes li rêwresma sûndxwarina Obama wekî serok bo gera yekê.

Li gorî destûra Amerîkî, gera duwem ji serokatîya birêz Obama demjimêr 12 piştî nîvro li 20ê meha yekê destpê dike, li jiber îro Yekşem roja bînvedanê ye, sûndxwarin Duşemê pêk tê. Duşem herwiha bînvedaneke federalî ye bi helkeftina rojbûna rêberê mafên sivîl Dr. Martin Luther King, Jr, yê ku hatiye kuştin.
XS
SM
MD
LG