Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Merasîmên Sûndxwarinê bi Dawî Dike


Serok û xanima xwe bi meşê vegerîyan Koçika Spî
Serok û xanima xwe bi meşê vegerîyan Koçika Spî
Serokê Amerîkî Barack Obama bi fermî dest bi gera xwe ya duwem ji serokatîyê kir, piştî ku roja Duşemê di merasîmeke mezin de sûnd xwar.

Pîrozbahîyên roja Duşemê li Washingtona paytext bi hin dîlanan bi dawî bûn ku piçekî ji merasîmên sûndxwarinê yên berî çar salan biçûktir bûn.

Serok Obama sûnda xwe li ser pileyên avahîya Kongresê da, cihê ku lê ji bêtirî nîv milyon piştgirên xwe re got ku ew acendeyên pêşverû jibo gera xwe ya duwem jî berdewam bike.

Serok Barack Obama û xanima yekê Michelle bi meşeke fermî çûn Koçika Spî, di karwanekî de ku ji her 50 wîlayetên Amerîkî pêk dihat.

Îro Sêşemê Serok Obama jibo nivêjê li Katedraya Niştimanî ya dîrokî li Washington amade dibe.

Çend wêneyên din ji Merasîma Sûndxwarina Serok Obama, ku ji layê hevkar Moteber Şirwanî hatîne kêşan. Bo dîtina wêneyan, ji kerma xwe li vir klîk bike.


Çend wêneyên din ji Merasîma Sûndxwarina Serok Obama, ku ji layê hevkar Hêro Zengene hatîne kêşan. Bo dîtina wêneyan, ji kerma xwe li vir klîk bike.
XS
SM
MD
LG