Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes li Derveyî Zîndaneke Misirê Hatin Kuştin


Karbidestên Misirî dibêjin bi sedema pevçûnan bi kêmî ve 27 kes li derveyî zîndana bajarê Por Seîd hatin kuştin, piştî dadgeheke Misirî cezaya îdamê li dijî 21 tawanbaran ragihand.

Pevçûn roja Şembî li navbera kesûkarên tawanbaran û polîsên zîndanê qewimî. Bi dehan kesên din jî di pevçûnê de birîndar bûn.

Dadgeha Qahîre roja Şembî cezayê îdamê li dijî 21 kesan ragihand jiber beşdarîya wan di tundûtûjîyan de li maçeke futbolê li bajarê Por Seîd sala bihûrî.

Di wan tundûtûjîyan de 74 kes hatin kuştin.

Dadgeh li roja 9’ê Adarê hûkimê li dijî 52 tawanbarên din radigihîne.
XS
SM
MD
LG