Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Benedict: Ez Jibo Berjiwendîya Dêra Katolîk Karê Xwe Dihêlim


Papayê Vatîkanê Benedict dibêje, ew jibo berjiwendîya dêrê dev ji karê xwe berdide.

Di gotara xwe ya yekê li pêşîya bi hezaran xelk li Vatîkanê de ji dema ragihandinê destjikarberdanê, Papa Benedict spasîya Katolîkan kir jibo piştevanîya wan.

Papa yê 85 salî roja Duşemê ragihandibû ku ewê 28’ê mehê Sibatê dest ji kar berde, jiber ku temenê wî yê mezin rêvebirina erkên wî zehmet dike.

Papa Benedict 27’ê Sibatê bi fermî li pêş xelkê xatir ji Katolîkên Roman dixwaze.

Karbidestên Vatîkanê dibêjin, tê çaverê kirin ku kesê li dû Papa were, berî cejna Easter, anku 31'ê Adarê were dîyar kirin.

Karbidestên kenîseyê herwisa dibêjin, Papa Benedict ti rolê di wê bijartinê de nalîze.
XS
SM
MD
LG