Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esed: Dest ji Serokatîyê Bernadim


Serokê Sûrîyê Beşar El Esed dibêje ew yê amade ye danûstandinê bi opozisyonê re bike, lê belê ew dest ji serokatîyê bernade.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Sunday Times ya Brîtanî, Esed dibêje ew danûstandinê bi her kesekî re dike ku çekê xwe teslîm bike.

Esed herwiha got ku Brîtanya dixwaze tundûtûjîya Sûrîyê aloztir bibe, çunkî dixwaze çekî bide serhildayan.

Serokê Sûrîyê dibêje, çewa yek dikare daxwazê ji Brîtanyayê bike ku rolekê li çareserkirina kirîza Sûrîyê bileyize, dema London dixwaze çekî bide serhildayan.
XS
SM
MD
LG