Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîr Kerry: Esed Welatê Xwe Wêran Dike


John Kerry
John Kerry
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry li Erebistana Saudî ye û bi rêberên Erebistan û welatên Ereb yên Kendavê re kom dibe.

Birêz Kerry roja Duşemê li Riyazê ligel mîrê Saudî û wezîrên derveyên Kuweyt, Bahrayn û Omanê kom bû. Îran û Sûrîye mijarên sereke yên civîna karbidestên Amerîkî û Ereb bû.

Birêz Kerry got ku derîya çareserîya diplomatîk bo problema navokî ya Îranê her vekirî namîne.

Herwiah Wezîrê Derve dîsa daxwaz kir ku serokê Sûrî Beşar El Esed dest ji desthilatê berde. Birêz Kerry got ku Esed welatê xwe wêran dike û jibo parastina desthilata xwe.
XS
SM
MD
LG