Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

42 Leşkerên Sûrî li Îraqê Hatin Kuştin


Karbidestên parastina Îraqê dibêjin bi kêmî ve 42 leşkerên Sûrî û hejmareka Îraqîyan hatin kuştin di kemînekê de li rojavaya Îraqê.

Ajansa Associated Press radigihîne ku karbidest dibêjin, piştî şer û pevçûnan leşkerên Sûrî revîne Îraqê û li dema vegerîyana wan bo Sûrîyê li nêzîkî Ekaşat li Îraqê hatin kuştin.

Berpirsên Îraqî bi berdewamî hişyarî didin ku dibe ku tunûtûjîya Sûrîyê bigihîje Îraqê jî.

Çend komeleyên serhildayên Sûrîyê hikûmeta Îraqê ya bi rêberatîya Şîeyan tometbar dikin bi piştgîrîkirina rejîma Beşar El Esed li Sûrîyê.
XS
SM
MD
LG