Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Parêzgarê Bajarê Reqayê Digirin


Peykerê Esed li Reqayê hate roxandin
Peykerê Esed li Reqayê hate roxandin
Çalakvanên Sûrî dibêjin, serhildayan parêzgarê parêzgeha Reqayê girtine, piştî ku hêzên hikûmetê ji navenda bajêr derxistin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanya ye roja Sêşemê got ku şervanan Hesen Celîlî girtine.

Rêxistin dibêje ku Celîlî karbidestekî herî payebilind yê hikûmetê ye ku ji wexta serhildana dijî Serok Beşar Esed hatiye girtin.

Serhildayan roja Duşemê destên xwe danîn ser parçeyên mezin ji bajarê Reqayê, lê çalakvan dibêjin ku pevçûn li hin deverên paytexta parêzgeha dom dikin.

Bajarê Reqa li ser çemê Firatê dikeve û nêzîkî 80 kîlomteran başûrê sînorê Tirkîyê ye.
XS
SM
MD
LG