Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Plankirina Şandina Parçeyên Firokan bo Îranê, Du Kes li Amerîkayê tên Zindankirin


Hemwelatîyekî Îran û yekî Amerîkî bi tawana şandina parçeyên firokên helîkopter bo Îranê têne zindan kirin.

Jibo hemwelatîyê Îranê 23 meh zindankirin li zindaneke federalî hate birîn û jibo yê Amerîkî 46 meh zindan hate birîn. Herdu kesan bihevre amadekarî dikirin ku prosesa şandinê destpê bikin. Ev yek jî li gorî embargoya Amerîkî li dijî Îranê, wekî binpêkirin tê dîtin.

Dadwerê Amerîkî Joseph MCkinley do Duşemê ragihand ku Hamid Asefî yê 68 salî, hemwelatîyê Îranê ye û Behzad Karimian yê 53 salî hemwelatîyê Amerîkî ye ku herwiha binavê Tony jî tê nasîn, qanûnên ewlekarîya niştimanî ya embargoya Amerîkî li ser Îranê bi vî karî binpê kirine.

Plana herdu kesan sala 2007'ê destpê kir û heta 2011'ê dirêj kir dema ku hate eşkere kirin. Desthilatdarên federalî li Amerîkayê dibêjin ku ti parçeyên helîkopteran negihiştine Îranê.

Dozgiran gotin ku armanc ew bû ev parçe bigihêjin kompanîya asmanî ya Îranê, li plan ne ew bû ku tiştek bigihêje artêşê.

Li gorî qanûna embargoya bazirganîya Amerîkî li ser Îranê, qedexe ye hemwelatîyên Amerîkî bi çi şêweyî peywendîyên aborî ligel hikûmeta Îranê bikin.
XS
SM
MD
LG