STENBOL —
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, roja Sêşemê li gruba parlamanê derbarê pêvajoya Îmrali’yê de axifî.
Birêz got, her çiqas hin derdor bixwazin pêvajoyê sabote bikin jî, emê jibo rawestandina xunrijandinê bi biryarî meşa xwe ya li vê rêyê bidomînin.
Serokwezîr Erdogan, helwesta rojnameya ku hurgilîyên sohbeta parlamantarên BDP’ê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re belav kirîye jî, wek sabotaj û derveyî azadîya rojnamevanî dinirxîne.
Serokwezîr Erdogan, di gotara xwe de, jiber ku xwedîtîyê li pêvajoya çareserîyê nakin rexneyên tund li Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) dike.
Ew bibîr dixe ku alîyê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) dîyar e. Lê, di van 30 salan de hîn nayê zanîn ku CHP û MHP alîgirîya çi dikin ku heta niha jibo çareserîyê jî ti tiştek nekirine.
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî di axaftina xwe ya gruba parlamanê de, daxwaz kir hemû derdor xwedîtîyê li pêvajoya aştî û çareserîyê bikin.
Hevseroka BDP’ê bibîr dixe, ew qet gazinan nakin çima ku heta niha ev barê bi êş û jan hilgirtine û bedelên giran dane, ku ev yek bi bawerîya têkoşîna civakî pêk hatîye.