Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kardînalê Arjantînî Bergoglio Wek Papayê Nû Hat Hilbijatin


Papa Francis Argentina
Papa Francis Argentina
Kardînal Jorge Mario Bergoglio yê Arjantînî wek papayê 266'ê yê Dêra Roman Katolîk hat hilbijartin da cihê Papa Benedict bigire yê ku meha borî karvekêşana xwe da.

115 kardînalên cîhanê papayê 76 salî roja Çarşembî, îro hilbijart. Papayê nû nave Firansis bo xwe hilbijart.

Dukela spî ji rozineke biçûk ya Dêra Sistine li Vatîkanê îro êvarî bilind bibu ku nîşane ye ku papayê nû hate hilbijartin da rêberiya 1.2 milyar Roman Katolîkên cîhanê bike.

Li gor rêbaza Vatîkanê divê ku papayê nû du li ser sê ya dengên 115 kardînalên cîhanê bîne ku dike 77 deng.
XS
SM
MD
LG