Di encama jimareke peqînên hevgiredayî de, herî kêm 24 kes li paytaxa Îraqê, Bexda hatine kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Tê ragihandin ku piştî bûyerê dukel li esmana bajêr bilind dibin.
Peqîna îro Pêncşemê li taxa Allawî qewimî ku avahîyên jimareke wezaretan jî lê cî digirin.
Taxa Allawî herwha mêzîkî Devera Kesk e ku jimareke balyozxaneyên bîyanî jî lê hene.
Heta niha kes berpirsîya peqînan bi ser xwe ve negirtîye.
Peqînên îro yek hefte berî salvegera 10’ê ya dagirkirina Îraqê ya bi pêşangîya Amerîkayê ve û yek meh berî hilbijartinên pêşîn yên sê salên dawî tên.
Hêja yî gotinê ye, Îraq bûye qada şerekî mezhebî.
Gelek Sunnî Serokwezîr Nurî el Malikî yê Şîa tawanbar dikin ku sîyasetên dijî Sunnîyan rêve dibe.
Mîlîtanên Sunnî di çend mehên dawî de gelek êrîşan li ser armancên Şîayan pêk tînin.