Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Nû yê Çînê Îdîayên Amerîkayê Red Dike


Lî Kêçîyang
Lî Kêçîyang
Serokwezîrê nû yê Çînê Lî Kêçîyang îdîayên Amerîkayê red diek û dibêje ku gerek herdu welat hevdu bê belgeh tawanbar nekin û bi hev re kar bikin jibo parastina tora Internetê.

Di gotarekê de li Kongresa Niştîmanîya Gel roja Yekşemê, birêz Lî got Çîn bi xwe dibe armanca êrîşên Internetê û piştgîrîya hakkirinê nake.

Li meha bihurî, grupeke ewlekarîya Internetê li Amerîkayê, hikûmeta Çînê bi êrîşkirina elektronî li ser kar, hikûmet û ajansên din yên girîng li Amerîka tawanbar dike.

Di raporta 60 rûpelî de, grupa Mandiant balê dide ser bi dehan êrîşên ji alîyê komeleke hakkirinê li Çînê. Raport radigihîne ku hikûmeta Çînê piştgirtîyeke rasterast dide vê grupê da ku kampeyneke demdirêj û bihêz ya sîxurîya elektronî destpê bike.

Mandiant ragihandibû ku artêşa Çînê bi rêya Internetê pêzanînên nêzîkî 150 kompamya û rêxistinên Amerîkî didize.
XS
SM
MD
LG