Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Serdana Xwe bo Rojhilata Navîn Destpê Dike


Serok Barack Obama roja Sêşemê serdana xwe bo Rojhilata Navîn destpê dike.

Di serdana xwe de, ku çar rojan berdewam dibe, serok diçe Îsraîl, deverên Felestînî û Urdunê.

Biryar e serokê Îsraîlê Şîmon Pêrês û serokwezîr Benjamin Netanyahu li balafirgeha Ben Gurion ya Tel Avîvê pêşwazî li Serok Obama bikin.

Dihête çaverêkirin ku bernama navokî ya Îranê û kirîza Sûrîyê pirsên serekî yên civînên Serok Obama û rêberên Îsraîlê bin.

Serok roja Pêncşemê jî serdana bajarê Ramellah dike û ligel serokê Felestînî Mehmûd Abbas kom dibe.
XS
SM
MD
LG