Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyon Nûneratîya Sûrîyê Dike di Komkara Erebî de


Komela sereke ya opozisyonê, Hevalendîya Niştîmanî ya Sûrîyê, nûneratîya Sûrîyê kir di kombûna Komkara Welatên Erebî de.

Ahmed Muaz El Xetîb di kombûna roja Sêşemê de li ser kursîyê Sûrîyê rûnişt, herçende wî dest ji posta xwe wek serokê Hevalendîya Niştîmanî ya Sûrîyê berda.

Her ji sala 2011ê vir ve, kursîyê Sûrîyê di Komkara Welatên Erebî de xalî bû, piştî Komkarê nûneratîya Sûrîyê ragirt.

Kombûna sereke ya Komkara Welatên Ereb, ku du rojan berdewam dibe, li Qeterê birêve diçe.
XS
SM
MD
LG