Koreya Bakur soz dide ku pirtir setelaytan biafrîne û bixebitîne û dîyar dike ku cebilxaneya wê ya navokî nabe mijara gotûbêjan.
Pyongyang dibêje, bi mîlyar dolaran dirav bidin jî, çekên wê yên navokî nabe li hember alikarîya aborî werine guhertin.
Ajansa fermî ya dewleta Koreya Bakur, Ajansa Nûçeyan ya Navendî ya Koreyî (KCNA) îro Yekşemê ragihand ku Komîteya Navendî ya Partîya Komunîst kom bû.
Di civîna amadekarîyê de ku di bin rêbertîya Serok Kim Jong Un kom bû, bang hate kirin ku Koreya Bakur aborîya xurt bike û cebilxaneya xwe ya navokî jî zêde bike.
Pyongyang do ragihandibû ku ew li hember Koreya Başûr, “rewşa şer” îlan kiribû.
Koreya Bakur ji destpêka meha Adarê vir ve, hema hema rojane gefan dike ku ew dê êrîşî Koreya Başûr û bingehên leşkerî yên Amerîkayê bike.