Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şam di Bin Bombebaranê ye


Çalakvanên Sûrî radigihînin ku hêzên hikûmetê êrîşeke giran û bombebarankirineke asmanî li Şama paytext û derdora wê destpê kiriye.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanya ye dibêje, hêzên hikûmetê taxên Jober, Berzê û Qabûn li bakurê Şamê bombe kiriye.

Çavdêrîyê herwiha ragihand ku êrîşeke asmanî ji alîyê hikûmetê ve li ser devera Mleyha ji derveyî paytextê pêk hatîbû.

Maath el Shami, çalakvanekî devera rohilata Gûta, dibêje ku çend êrîşên asmanî li deverê dabûn.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan herwiha ragihand ku hikûmeta Serok Beşar Esed êrîş biriye ser deverên li jêr destê serhildayan li bajarê Humsê yê naverasta Sûrîyê û bajarê Helebê yê bakurê Sûrîyê.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, bêtirî 70 hezar kes di şerê navxweyî de li Sûrîyê ji Adara 2011’ê hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG