Karbidestên xwecihî li Afganistanê dibêjin ku helîkoptereke NATO’yê 4 polîsên Afganî kuştine û bi kêmî 2 kesên sîvîl jî birîndar kirine.
Bûyer do Çarşemê li dema êrîşekê li ser mîlîtanan pêk hat.
Desthilatdarên eyaleta Gaznî dibêjin ku bûyer li devera Deyak pêk hat. Karbidestên NATO’yê jî dibêjin, ew van îdîayan vekolîn dikin.
Êrîşeke asmanî ya helîkoptereke NATO’yê ku piştgirîya hêzên ewlekarîya Afganî dikir, 9 bergumanên mîlîtan yên Talîbanê û herwiha 2 sîvîl kuştibûn.
Ew bûyer jî li devereke din ji eyaleta Gaznî qewimî bû.
Qurbanîyên sîvîl ji zû de bûne mijara rikberîyê di navbera Serokê Afganî Hamîd Karzayî û hevpeymanîya navnetewî de ku li Afganistanê şer dike.