Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Rê Nade Tîma NY ya Çekên Kîmyawî


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî.
Wezareta Derve ya Sûrî ragihand ku rejîma Sûrî rêkê nade tîma Neteweyên Yekbûyî ya vekolîna çekên kîmyawî biçin Sûrîyê.

Ajansa fermî ya rejîma Sûrî, SANA, ragihand ku wezareta derve tîma Neteweyên Yekbûyî red dike.

Hikûmeta Şamê bi xwe daxwaz kiribû ku Neteweyên Yekbûyî lêkolînê bike li ser îdîayên bikaranîna çekên kîmyawî li wî welatî.

Li roja 20'ê Adarê, Şamê ji N.Y. xwest ku lêkolînê bike li ser "bikaranîna çekên kîmyawî ji layê hêzên serhildayan ve."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî moon roja Duşemê got, tîma N.Y. amade ye di nav 24 demjimêran de were şandin bo Sûrîyê. Lê belê birêz Ban got ku tîm hîn li hêvîya pejirandina hikûmeta Sûrî ye.
XS
SM
MD
LG