Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Dîsa Gef Xwar


Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un.
Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un.
Koreya Bakur çend gefeyên nû li dijî Koreya Başûr kir û soza tolhildanê da jibo protestoyên vê dawîyê li Seoul.

Hikûmeta Koreya Bakur ragihand ku ew protesto bêrêzîkirin bû bi rêbertîya Pyongyang.

Artêşa Koreya Bakur gefeya karekî demûdest li dijî Koreya Başûr xwar û ragihand ku divê Seoul daxwaza lêborînê bike jibo protestoyên biçûk yên roja Duşemê ku tê de wêneyên rêberên Koreya Bakur hatin şewitandin.

Di daxuyanîyê de ku li ser televizyona dewletê hate weşandin, zimanekî tund hate bikar anîn û soz hate dan ku tolhildan li dijî xwenîşanderan were kirin.
XS
SM
MD
LG