Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama û Putin Gotûbêjê li Ser Xebata li Dijî Terorê Dikin


Serok Obama
Serok Obama
Piştî teqînên Boston, Amerîka û Rûsya biryarê didin ku bi hev re xebata li dijî terorê bikin.

Serok Barack Obama û serokê Rûsî Vladimir Putin roja Şemîyê bi telefone gotûbêj kirin, piştî girtina bergumanê duyê yê teqînên bajarê Boston, li gorî peyamên Seraya Sipî û Kremlinê.

Li gorî Seraya Sipî, Serok Obama pesna hevkarîya Rûsyayê da di bizavên li dijî terorê de bi taybet piştî teqînên Boston.

Berguman Dzhokhar Tsarnaev xelkê Çeçenistanê ye û şeva Înî li taxê Watertown yê Boston hate girtin.

Karbidest bawer dikin ku Dzhokhar Tsarnaev û birayê wî Tamerlan berpirs bin hemberî teqînên roja Duşemê.

Tamerlan roja Pêncşemê di pevçûnekê de ligel polîsan hate kuştin, piştî wî ligel birayê xwe karmendekî parastinê kuşt.

Di wan teqînan de li maratona Boston sê kes hatin kuştin û 176 kes birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG