Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêçîrvan Barzanî Serdana Bexdayê Dike


Şandeke Herêma Kurdistana Îraqê bi rêberatîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Duşemê serdana Bexdayê kir, di bizavekê de jibo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Biryar e di vê serdanê de, karbidestên Kurd bi rêberên Erebên Şîe û Sunnî re kom bibin.

Serdana şandeya Herêma Kurdistanê bo Bexdayê di demekê de ye ku nakokîyên mezin li navbera Erebên Sunnî û hikûmeta Îraqê, û herwiha li navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê hene.

Li gorî malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hewlêr dixwaze ku nakokîyên xwe ligel Bexdayê bi rêya dîyalogê çareser bike.
XS
SM
MD
LG