Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîneke din Şam Hejand


Teqîna roja Sêşemê li Şamê, 30'ê Nîsanê, 2013.
Teqîna roja Sêşemê li Şamê, 30'ê Nîsanê, 2013.
Bi sedema teqîneke bihêz li paytexta Sûrîyê herî kêm 13 kes hatin kuştin, li gorî medyaya rejîma Sûrî.

Di wê teqînê de herwiha 70 kesên din birîndar bûn.

Teqîna roja Sêşemê li Şamê rojekê piştî teqîneke din bû her li paytextê li dijî serokwezîrê Sûrîyê.

Wayl El Helqî ji mirinê filitî piştî bombek li nêzîkî karwanê otomobîlên wî teqî.

Televizyona hikûmeta Sûrî ragihand ku “teqîna teroristî” li devera Merceh ya paytextê qewimî. Rejîma Sûrî hêzên opozisyon û serhildayên Sûrîyê bi terorist dinasîne
XS
SM
MD
LG