Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malpereke Nû jibo Pîvankirina Kêfxweşîya Cîhanî


malpera hedonometer
malpera hedonometer
Zanyarên Zanîngeha Vermont li Amerîka û analîzên komanyaya MITRE sîstemeke nû ava kirine ku bi rêya wê rêjeya kêfxweşîya cîhanê tê pîvan kirin.

Malpera www.hedonometer.org nuha bi dehan milyon postên li ser malpera twîter ya medyaya civakî werdigire û “wateyên peyvên hestbêj” şirove dike, wekî ku hev-dameznêrê malper Peter Dodds binav dike.

Li gorî rekorên malperê, roja 15’ê Nîsana 2013’ê (roja teqînên Maratona Boston) xemgîntirîn roj bû jibo xelkê. Û kêfxweştirîn roj roja 25’ê kanûna 2008’ê bû, anku roja Jidayikbûna Mesîh.

Di lêkolîn û analîza malperê de gotinên herî zêde têne bikaranîn wekî data tê dîtin.

Hev-dameznêrê projeyê Chris Danforth dibêje, rojnamevan, siyasetvan, akademisyen û her kes dikarin werin malperê û astên bersivdana xelkê jibo bûyerên mezin bibînin.

Malper nuha postên twitter yên bi zimanê Îngilîzî tenê bikar tîne, lê di demeke nêzîk de ewê jêderên din jî wekî, Google trends û blogan û zanînên bi 12 zimanan, bikar bîne.

Ewê herwiha destpê bike vedîtinên xwe her demjimêrekê nû bike, û paşê dê bike her deqîqeyekê.
XS
SM
MD
LG