Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Serdana Meksîk û Kosta Rîkayê Dike


Serok Barack Obama roja Pêncşemê serdana xwe bo Meksîk û Kosta Rîka destpê dike.

Di wê serdana sê rojî de, Serok Obama bi serokê nû yê Meksîkê Enrique Pena Nieto û rêberên Amerîkaya Naverast re kom dibe.

Derbarê serdana xwe bo Meksîkê, Serok Obama dibêje ku aborî wê pirsa sereke ya civîna wî be bi biêrz Pena Nieto re.

Serok herwiha got ku ewê danûstandinê bikin jibo pêşbirina têkelîyên aborî yên navbera herdu welatan.

Rêberên Welatên Amerîkaya Naverast li welatê Kosta Rîka dicivin û Serok Obama di wê kombûnê de beşdar dibe.
XS
SM
MD
LG