Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balafirên Îsraîlî Êrîşa Şamê Dikin


Teqînên meizn roja Yekşemê Şam hejand, li dema ku balafirên Îsraîlê êrîşa navendeke leşkerî kirin li nêzîkî paytextê.

Ajansa nûçeyan ya ser bi rejîma Sûrîyê ragihand ku Îsraîlê bi roketan êrîşa sentereke lêkolîna artêşê kir.

Lê belê jêderên bîyanî yên îstîxbaratê dibêjin ku Îsraîlê êrîş kire ser barên çekên pêşkeftî yên Îranê ku ber bi komela çekdarî ya Hizbullah ya Libnanî diçûn.

Îsraîlê roja Înî jî êrîşa barên çekdan kir li Sûrîyê ku ew jî ber bi Hizbullah diçûn.

Hikûmeta Îsraîlî bi fermî ew êrîş piştrast nekir. Lê belê wezîrê Îsraîlî Uzî Landaw dibêje ku rêbaza Îsraîlê eşkere û xuya ye, Îsraîl rêkê nade çekên Sûrî bigihin destê komeleyên çekdarî.
XS
SM
MD
LG