Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Êrîşa Îsraîlê li Ser Sûrîyê Şermezar Dike


Serokê Misirî Mihemed Mursî.
Serokê Misirî Mihemed Mursî.
Serokê Misirê êrîşa esmanî ya Îsraîlê li dijî Sûrîyê şermezar kir.

Mihemed Mursî roja Yekşemê ragihand ku êrîşa Îsraîlê binpêkirina qanûna navneteweyî ye û kirîza Sûrîyê aloztir dike.

Mursî herwiha ragihand ku Misir bi tundî li dijî herikîna xwînê û bikaranîna artêşa Sûrîyê ye li dijî gelê xwe. Lê belê Mursî ragihand ku Misir herwiha li dijî binpêkirina serweriya Sûrîyê ye.

Balafirên Îsraîlê roja Yekşemê êrîşa navendeke leşkerî kirin li nêzîkî paytextê.

Ajansa nûçeyan ya ser bi rejîma Sûrîyê ragihand ku Îsraîlê bi roketan êrîşa sentereke lêkolîna artêşê kir.

Lê belê jêderên bîyanî yên îstîxbaratê dibêjin ku Îsraîlê êrîş kire ser barên çekên pêşkeftî yên Îranê ku ber bi komela çekdarî ya Hizbullah ya Libnanî diçûn.
XS
SM
MD
LG