Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîrwan H. Berko Êrîşa Îsraîlê li Ser Şamê Şirove Dike


Balafirên şer yên Îsraîlê roja Yekşemê êrîş birin ser çend xalên girîng li navenda paytexta Sûrîyê, Şam.

Di encama êrîşa asmanî de, navendeke lêkolînên leşkerî ya girîng hate peqandin.

Ev cara duwê ye di çend rojan de ku Îsraîl êrîşî armancan li nav Sûrîyê dike. Berî çend rojan, hêzên esmanî yên Îsraîlê bareke çekên ku diçûn ji Hizbullah re kirin armanc.

Derbarê van êrîşan, rojnamevan Sîrwan H. Berko ji Dengê Amerîka re dibêje, Îsraîl bersiva axaftinên rêberên Hizbullah jibo piştgirîya Sûrîyê, dide.

birêz Berko herwiha dide zanîn ku dibe ev şer mezintir bibe û bigihêje radeyekê ku welatên din yên herêmî û cîhanî jî tê de beşdar bibin.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna ligel rojnamevan Sîrwan H. Berko, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG