Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Di Êrîşa Îsraîlê de bi Dehan Leşkerên Sûrî Hatin Kuştin


Komeleke çalakvanên Sûrî dibêjin ku bi sedema erîşa esmanî ya Îsraîlê li dijî navenda artêşa Sûrîyê li nêzîkî Şamê, herî kêm 42 leşkerên Sûrî hatin kuştin.

Rêxistina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan roja Duşemê ragihand ku li gorî jêderan di nav nexweşxaneyên leşkerî yên Sûrîyê de, bi dehan leşker li êrîşên roja Yekşemê hatîne kuştin.

Hikûmeta Sûrîyê bi fermî hejmara kuştîyan eşkere nekir. Lê belê medyaya ser bi hikûmeta Sûrîyê ragihand ku di wan êrîşan de qurbanî hebûn.

Jêderên îstîxbaratê li Rojhilata Navîn dibêjin ku Îsraîlê roketên ‘Fatah-110’ yên Îranî kire armanc ku li embareke (depo) balafirgeha navneteweyî ya Şamê hatibûn veşartin û jibo komela çekdarîya Hizbullah ya Libnanî hatibûn şandin.
XS
SM
MD
LG