Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Teqînên li Tirkîyê Şermezar Dike


John Kerry

Hikûmeta Amerîkî bi tundî teqînên roja Şembî li Tirkîyê, nêzîkî sînorê Sûrîyê, şermezar kir.

Wezîre Derve yê Amerîkî John Kerry got ku Amerîka teqînên li bajarê Reyhanlî şermezar dike û "em piştgîrîya hevalbenda xwe, Tirkîye, dikin."

Herwiha balyozê Amerîkî li Enqere Francis Ricciardone teqînên roja Şembî şermezar kir û got ku hikûmeta Amerîkî piştgîrîya gel û hikûmeta Tirkîyê dike jibo destnîşankirin û dadgehkirina berpirsên wan teqînan.

Di teqînên bajarê Reyhanlî de bi kêmî ve 40 kes hatin kuştin.

Wezîrê karê hundir yê Tirkîyê Muammer Guler alîgirên rejîma Serokê Sûrî Beşar El Esed bi encamdana wan teqînan tometbar kir, li gorî ajansa nûçeyan ya Fransî.

Ev teqîn di demekê de ne ku Serokwezîrê Tirkîyê rexneyên xwe li dijî Serokê Sûrî tundtir dike û rejîma Esed bi bikaranîna çekên kîmyawî tometbar dike.

XS
SM
MD
LG