Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Newaz Şerîf Dîsa Bibe Serokwezîrê Pakistanê


Newaz Şerîf
Newaz Şerîf

Partîya serokwezîrê berê Pakistanê Newaz Şerîf piranîya dengên hilbijartina dîrokî ya roja Şembî bidest xist.

Bi vê serkeftin jî, dibe ku siyasetvanê dêrîn Şerîf jibo cara sêyê bibe serokwezîrê Pakistanê.

Proseya hejmartina dengan roja Yekşemê jî her berdewam bû, lê belê li gorî encamên destpêkî partîya Lîga Musilman ya Pakistanê (PML-N) ya ser bi Newaz Şerîf piranîya dengdan bidest xistîye.

Di gotarekê de şeva Şembî li bajarê Lahor, Şerîf serkeftina partîya xwe ragihand.

Ev cara yekemîn bû di dîtorka Pakistanê de ku hikûmeteke sivîl gera desthilata xwe temam bike û hikûmeteke din yê sivîl wê desthilatê wergire.

XS
SM
MD
LG