Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fars: Iranê Du "Sîxurên Amerîka û Îsraîlê" Îdam Kir


Rejîma Îranê roja Yekşemê du kes îdam kirin piştî tawanbarkirina wan bi sîxurîkirin bo Amerîka û Îsraîlê, li gorî ajansa Fars ya Îranî.

Mihemed Heyderî bi tometa komkirina pêzanînên nepenî bo Îsraîlê û Kurûş Ahmedî bi tometa karkirin bo Ajansa Agahî ya Navendî ya Amerîkî (CIA) hatibûn tawanbarkirin.

Ajansa Fars ya Îranî radigihîne ku herdu tawanbar demekê zû roja Yekşemê hatine daliqandin.

Lê belê ajansa Fars eşkere nekir ka ew du zelam kengî hatibûn girtin yan kengî hatibûn dadgehkirin.

XS
SM
MD
LG