Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nesrellah: Çekdarên Hizbullah li Sûrîyê Şerî Dikin


Rêberê komela çekdarîya Hizbullah ya Libnanî dibêje ku gurpa wî bêdeng nabe dema hevalbendê serekî yê wî li Sûrîyê rastî êrîşan dihêt.

Hesen Nesrellah dibêje ku çekdarên Hizbullah li Sûrîyê şerê çekdarên tundrê yên Îslamî dikin ku gef in jibo Libnanê.

Ev cara yekemîn e ku Nesrellah yê Şîe bi fermî radigihîne ku çekdarên wî li Sûrîyê şerî dikin.

Nesrellah dibêje, bi hezaran tundrêyên Îslamî li seranserê cîhanê çûne Sûrîyê ku şerê rejîma Beşar El Esed bikin, lê belê dema hizbullah hejmareke kêm a çekdaran dişîne Sûrîyê, Hizbullah bi mudaxelê dihête tombetbarkirin.
XS
SM
MD
LG