Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cudabîrîyên Nav Opozîsyona Sûrî Kûrtir Dibin


Berdevkê Koalîsyona Netewî ya Sûrîyê Louay el Safî
Berdevkê Koalîsyona Netewî ya Sûrîyê Louay el Safî
Enîyeke ozîyona Sûrî ku ji çend koman pêk tê, opozîsyona li derveyî welêr tawnabar kir ku di nûnertîya gelê Sûrîyê de têk çûne.

Pispor dibêjin, ew daxuyanî nîşana kûrbûna cudabirîyên heyî ye, nav rikeberîya dijî Beşar Esed de.

Çar grubên opozîsyonê îro Çarşemê li Stenbolê ragihand ku ewê ji hevalbendîyê vekişin, eger Koalîsyona Netewî ya Sûrîyê pirtir cîh nede hêzên şoreşger yên li hindûrê welêt.

Bingeha Koalîsyona Netewî ya Sûrîyê li Stenbolê ye.

Ew daxuyanî di demekê de tê ku endamên wê ser neketin ku di civîna li Stenbol êde bigehijin rekeftinekê.
XS
SM
MD
LG