Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Banga Aramîyê Dike


Recep Tayyip Erdogan.
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan banga aramîyê dike piştî çend rojên xwepêşandanên li dijî hikûmetê li seranserê Tirkîyê.

Di gotarekê de roja Duşemê pêş serdana wî bo Mexribê, birêzê Erdogan “alîyên tundrê” bi encamdana xwepêşandanan tometbar kir.

Qada Teksîm ya Stenbolê spêdeya roja Duşemê tenah bû, lê belê hêzên polîsî li Enqere û Stenbolê gaza îsotê li dijî xwepêşanderan bikaranîn.

Di destpêkê de xwepêşandan li dijî çêkirina projeya navendeke kirîn-firotinê li Parka Geryanê bû, lê belê paşê xwepêşandanên mezin li dijî hikûmet û Erdogan hatin kirin.
XS
SM
MD
LG