Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY û Fransa: Çekên Kîmyawî li Sûrîyê Hatine Bikaranîn


Du berpirsên Komisyona NY ya Vekolîna Sûrîyê
Raporteke nû ya Neteweyên yekbûyî dibêje ku belgeyên bawerpêkirî hene ku jimareke biçûk ji çekên kîmyawî li Sûrîyê hatine bikaranîn, li dema ku Fransa roja Sêşemê got ku ew piştrast e gaza Sarin çend caran hatiye bikaranîn.

Paulo Pinheiro jî, berpirsê Komisyona NY ya Vekolîna li ser Sûrîyê, jimara qurbanîyên nakokîya temen du sal ya Sûrîyê tekez kir li dema ku raport pêşkêşî Civata Mafên Mirovan ya NY kir.

Raporta komisyonê dibêje belge têrê nakin ku biryar were standin ku çi çekên kîmyawî hatine bikaranîn û kê ew bikar anîne. Raport dibêje, ew encamdan dê taqîkirina laşên qurbanîyan bivê û herwiha danheva nimûneyan ji cihê ku êrîş lê pêk hatine.

Lê li Parîsê, Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius got ku testên ezmûngehên Fransî diyar kirine bi rastî gaza sarîn ya kujer çend caran li Sûrîyê hatiye bikar anîn.

Wî got ku encamên taqîkirinê hatine radest kirin jibo NY, lê eşkere nekir li ku de û kê ew gaz bikar anîye.
XS
SM
MD
LG