Bi hezaran xwenîşandêr herikîn kolanan Stenbolê û karvelêşana Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dixwazin.
Endamên sendîkayên mezin yên Tirkîyê îro Çarşemê bi dahol û diruşman ber bi Meydana Taksîm meşîyan ku xwepêşandana roja Înîyê lê destpê kiribû.
Xwepêşandanên heman rengî li paytaxt Enqerê û li çend bajarên din jî hatine kirin. Di xwepêşandanan de herî kêm 2 kes hatine kuştin, bi hezaran kes jî birîndar bibûn.
Di xwepêşandanên li Stenbol û Enqerê de, polîsan bi gaza îsotê û xortimên avê xwenîşandêrên ji hev cihê kiribûn.
Li bajarê Îzmîrê jî 25 kes hatibûn desteser kirin, bi sedema ku bi rêya medya civakî gel kişandina nav bûyer û xwepêşandanan.