Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Paytexta Îraqê Rastî Teqînan Hat


Desthilatdar li Îraqê dibêjin ku bi sedema du teqînên otomobîlan, pênc kes hatine kuştin.

Yek ji wan teqînan li taxeke Şîyan ya Bexdaya paytext pêk hat û ya din jî karwanekî polîsên Îraqê kir armanc. Bi dehan kesên din jî li wan teqînan birîndar bûn.

Du karbidestên saxlemîyê jimara qurbanîyên roja Şembî piştrast kirin.

Tundûtûjî di hefteyên dawî de li Îraqê zêde bûye ku ew jî tirsa şerekî tayîfî careke din derkeve, tîne holê.
XS
SM
MD
LG